TEŞÎ

Di dirêjiya dîrokê de mirovahiyê gelek amûr û alav afirandine û afirandina wan ji bo pêdiviyên jiyanî û dewamkirina jiyanê li gor xwezaya ku tê de dijiyan bû. Yek ji amûrên despêkê ku mirovahiyê afirandiye Teşî ye, lê di dîrokê de nayê zanîn ka kengê û di kîjan serdemê de Teşî hatiye afirandin. Lê li gor lêkolînên arkeolojî tê payîn ku dîroka teşiyê vedigire serdemên kevn ku hinek tablo û nexşên teşiyan hatine dîtin û dîroka wan nêzî 20,000 sal in. Li Rojavayê kurdistanê di piraniya şûnwarên dîrokî de teşeyên ji siramîk ango ji heriyê hatine dîtin ku dîroka wan diçe şeş hezar sal B.Z.  Dema mirov digihêje asta xwesazkirina li gor xwezaya tê de dijî û asta parastina laşê xwe ji serma û germahiyê, helbet di despêkê de xwe bi eyarê lawiran xwe diparast, lê dema mirovahî hinek pêş dikeve û digihêje asta çêkirina cilûbergan êdî eyar têrê nake ji ber vê Teşiyê diafirîne. Teşî wek amûrek ew berhemekî yê hemû  mirovahî ye ku di hemû civakên cîhanê de heye û ne ya civakeke bixwe ye, ya tevahî civakan e. Lê civaka ku gelek û pirtir bi kar tîne civaka koçer e.

Teşî çi ye û ji çi tê çêkirin? Teşî ew amûra veguhêz ku hiriya mihan û mûyê bizinan vediguhêze ta û rîs. Teşî bixwe  ji dar tê çêkirin ku ev dar baş tê paqijkirin û hulîkirin û dirêjahiya wê di navbera 25 cm heta 50 cm ê de ye û darê herî baş û bikêr û guncav ji bo teşiyan darê Biyê ye. Teşî ew darê zirav û dirêje, binê teşiyê zirav e û serê wê hinekî stûrtir e û serê teşiyê li giroverek e ji dar  hatiye siwar kirin bi qasî 5 cm’ an pehn  û qasî 1.5 cm ê stûr e û nêva vî darê pehn tê qulkirin û darê teşiyê dikeve wê qulê û ev darê girover jê re tê gotin Serteşî. Di Serteşiyê de Nêk heye û Nêk ji hesin e ku ev hesin tê tewandin heta wekî xala pirsê dibe ( ? ) û di Serteşiyê de tê qutandin ji bo ku dema ristinê ta pê ve bê girêdan. Û ji bo bikar anîna Teşiyê, teşîrêsan hiriya xwe bi Nêkê ve girê dida û li ser ranê xwe dizivirand û destê xwe bilind dikirin, bi bilindkirina dest re ew hirî dibû ta û rîs, paşê ew ta li binê serteşiyê badidan. Lê bikaranîna zêde ya Teşiyê teşêrês mecbûr dibe xwe biparêze, çi dike ? ji bo parastina ranê xwe tiştekî nû diafirîne û bi navê  Berhanik û ew jî ji çerm û eyarên heywanan tê çêkirin. Teşîrês serê berhanikê qul dike û benek di wan qulan re dike û li nêva xwe girê dide û datanîn ser ranê xwe û êdî teşiya xwe li ser Berhanikê dizivirîne.

Dema em dibêjin teşî ji xwe hiriya mihan û mûyê bizinan pêwîst e û civaka xwedî terş û sewal civaka koçer e. Koçeran ji bo çêkirina pêdiviyên xwe ji cilûbergan, tevn, têr, merş û kon teşî bikar tanîn. Koçeran di despêkê de hiriya mihan û mûyê bizinan dibirîn piştre ew dişûştin û ziwa dikirin, paşê ew hirî û mû bi hin şehên taybet dişkinîn heya nerm dibû, piştre teşîrêsan ew hirî li destên xwe di alandin û bi teşiyan diristin, dikirin ta û rîs û paşê ta û rîs dikirin bor û gilok û bi herikîna demê re, ev kar şêweyekî hunerî civakî digire ku bi ristinê re gelek stranên girêdayî teşiyê û teşîrêsan tê strandin.

Ji xwe ev karê teşîristinê di civakê de ji aliyê jinê ve dihat kirin, ji ber ji aliyê jinê ev kar tê kirin dibe ku ev amûr   ( Tîşî ) bi destê wê hatibe afirandin. Ji ber teşî hemû tiştên lixwekirin û konan peyda dike, ew kesên teşiyê dirêsin ( JIN ) di civakên xwe de dibin cihê rêz, nirx û qîmetê, lewra gelek pend, biwêje û stran hem li ser jina teşîrês û hem li ser teşiyê bixwe hatine gotin. Wek me amaje pê kir bi herîkîna demê re teşîristin di gelek qonaxan re derbas dibe heya digihêje astekî ku şêweyekî hunerî û pîşesazî digire, loma jina teşîrês ji bo civaka xwe hem dibe nirxekî aborî û hem dibe tabloyekî hunerî û bedew ji malbat û civakê re û li ser wê stran hatine gotin wek ku hatiye strandin; keçino birêsin teşiyokê wey serê biska zirav e, dostika min yek ji wan e wey esmerek zirav e.  Wek xuya dibe teşî ji amûrên despêk û bingehîn in ku mirovahiyê afirandiye ji bo peydakirina pêdiviyên xwe ji kon, cil, , merş, tevn, ben, lûfik, werîs, nêvcil, xurcezîn û hem  tiştên ji hiriyê çêdibin.

 

 

BO TEMAŞEKIRINA XELEKÊ VIR BITIKÎNE

TEŞÎ – PARGÎN (1) – YouTube

 

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *