Tevn

Wek tê zanîn, li gorî lêkolînên dîrokî ku di civakên pêşîn de, mirov di hewla peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyanî de ranewestiyane û girîngiyeke pir mezin dane pêdiviyên xwe yên lixwekirinê ji cilûbergan û cihmayîna xwe ango ( kon ), lewra piştî kedîkirina sewlan û sûdwergirtina ji berhemên wan wek mû, hirî û liva hwd hewl dide van berheman veguhêze berhemek nû. Lê ji bo bikare van pêdiviyan peyda bike hinek amûr afirandine.

Di mijara afirandina amûrên despêkê de, mirovan piştî afirandina teşiyê tevn afirandine ji ber ku tevn qonaxeke pêşketîtir e û piştî teşîristinê tê û amûrekî girêdayî berhemên teşiyê ye. Tevn jî bi heman şêweyê berhemên ji teşiyê tên berhem anîn ji ta, dezî û rîs vediguhêze berhemek nû wek merş, kon, têr û hwd.

Tevn wek amûr, amûreke hûnandinê ye ku du birên ta yan deziyan bi awayekî bi rêkûpêk dihûne û bi vê hûnandinê re kon, merş, têr tên çêkirin. Ji ber ku karê tevnê û keresteyên çêkirina wê hinek ji teşiyê zehmetir û pêşketîtir e û karê wê hinek pisporî û estetîk û jêhatbûyînê dixwaze, loma di her malê de du yan sê jin pê re mijûl dibin. Di warê sazkirina tevnê de gelek pêşketin ser wê re derbas bûne ku di her pêşketinê de parçeyek an tiştek lê tê zêdekirin heya digihêje serdema şoreşa pîşesaziyê û roj îro. Di despêkê de tevn jibo  peydakirina pêdiviyên pêwîst û bingehîn bû, lê piştî vê peydakirinê karê tevn wek pîşe teşeyê digire û dibe ji pîşeyên herî kevn di dîrokê de. Ji aliyê şikil û cureyan ve tevn helbet ji herêmek, ji netewek, ji civakek heta ya din û ji serdemek heta serdemek din gelek teşe û cureyan digire û wek tevnên despêkê ew ji çar daran pêk dihatin ku ev her çar dar bi çargoşeyî bi hev ve dihatin girêdan û ta pê ve girêdidan û dihûnandin. Lê di qonaxa duyemî de hinek pêşketin çêdibe û teşeyê tevn tên guhartin bi taybet di civakên koçer de ku tevnê li gor şêwaza xwe ya jiyanê saz dikin ji ber jiyana wan di çûn û hatina berdewam û bê sekin de ye, lewma tevna wan divê tevnek hêsan û ew qas aloz nebe û sivik be jî, daku ji barkirinê re rehet û hêsan be û bi hêsanî bê danîn û rakirin. Ev cureyê tevna koçeran ji hinek beş û parçeyên besît û li hawirdora wan peyda pêk tê ku wek stûnên meşkê tê vegirtin û parçeyên wê ev in; sing şidên ku çar sing di erdê de ku her didu li aliyek tê qutandin û dûrbûna di navbera wan de li gor xwesteka tevnger e, piştre sê stûn wek stûnên meşkê tên vegirtin ji wan re sêpê tê gotin, didu dikevin li aliyê tevnger û ew bi ti singan ve nayên girêdan, lê sêpiya siyê bi singê dawiyê ve tê asêkirin û girêdan. Piştî danîna sêpiyan, tevnî tên danîn û ew jî du dar in ku her yek bi du singan ve tê girêdan û şidandin û ji ber vê yekê ji wan singan re sing şidên tê gotin. Piştî danîna tevniyan, bi wan ve ta yan ben bi awayekî asoyî tên girêdan, dema ev ta tê girêdan du tewên ta çêdibin û di navbera herdu tewan de darpişt tê danîn ew jî dareke wek darê tevniyê ye û dikeve di asta wan de, lê piçek bilindtir e û bi herdu darên sêpiyê yên li aliyê tevnger ve tê girêdan û rasterast li jor darpiştê bi qasî dost û nîv darek din tê danîn û girêdan jê re dargur tê gotin û  tayên dargur bi awayekî stûnî bi herdu tewên tayên tevniyê ve tê girêdan hem wan digihîn hev û hem nahêle ew ta tevlihev bibin . Piştî danîna tevn, alavên hûnandina tevnê jî hene û ew jî wiha ne; masûr ew dareke zirav û dirêj e ku tayên gilokan pê ve tên girêdan û tevnger darê masûrê di navbera herdu tayên  bi tevnî ve girêdayî re dike bi vî awayî tevnê dihûne, piştî masûrê befş tê bikar anîn û befş darek pehn e û di herdu serîyên xwe de hinekî tûj in ku tevnger befşê li tayên bi masûrê hatin hûnandin dide û bi ser hev ve tîne. lê ji bo şidandina wan tayan kerkîtik bi kar tîne û ew jî parçeyek ji hesinê giran e ku li wan tayan dixe da ku bi hev ve bên şidandin, di dawiyê de darek bi qasî bostek jê re tê gotin pîjik heye, ku tevnger li wan tayan dide daku xwe ji hev berdin û vegerin cihên xwe, bi vî awayî tevnger vî proseya hûnandinê dubare dike heya tevn bi dawî dibe. Dibe ku carnan hinek ji me ji xwe bipirsin gelo tevnger di çi qasî de tevna xwe bidawî dike? ev tişt ne diyar e û girêdayî dirêjahiya tişta tê hûnandin û cureyên ta ka ew ta stûr in an zirav in û xeml û neqşên wê ne.

Her çand, folklor, kelepor, kevneşopî û hetanî muzîka her civakê dikeve di bin bandora hawirdor û xwezayê de ku mirovên despêkê îlham û sirûşa xwe ji wan tiştan digire. Em bibêjin wek civak, ti civak wek civaka koçer bi xwezayê re mijûl nîne ku dikeve di bin bandora wê û karîgeriyên jiyana xwe û jê re dibin sedem ku bibe xwediyê hunereke civakî, di hemû waran de, pir têr û dewlemend û digihêje astekî ku li ser amûr û alavên di jiyana wan de hene li ser her yekê hunerekî biafrîne û tevn jî yek ji wan amûran e ku dibe hunerekî civakî hem di hûnandinê de û hem di sitrandinê de. Tevnger jî wek endamekî ji vê civakê îlhama xwe ji xwezayê, ji çûk û bilbilan, ji pelên daran û ji deşt û çiya digire, nexasim li cihek wek kurdistanê ku dikeve di nav herêmên çar demsalî de, bi rengînî û xwezaya xwe pir dewlemend e ku hemû rengên şîniyê lê peyda dibe û ev hêmanên xwezayî dibin bandorker li ser tevnger ku vê rengînî û dewlemendî wek neqş bi riya tevnê di hûnandinên xwe de berhemek zengîn bihûne û li ser berhemên tevnê bineqişîne û bixemlîne. Tevnger ji bilî niqşên xwezayê, bîr û bawerî û sembolên neteweyî yên civaka xwe jî di berhemên tevnê de dineqişîne û berhemên xwe pê dixemilîne. Mijarek din heye divê em jibîr nekin, ew jî mijara rengan e ku tevngeran di despêkê de reng bikar natanîn, tenê rengê mûyên bizinan û hiriya mihan hebûn, piştre hinek rengên xwezayî bikar tîne, lê dema çêkirina rengan derdikeve holê êdî tevnger ta û rîsên xwe li gor xwesteka xwe reng dike û van reng derbasî tevnê dike ku têrbûn, zengînî, dewlemendî û xemleke zêde dide neqş û berhemên xwe.

Dema ku em dibêjin tevn hunereke, tevnger ne tenê hunera hûnandinê dike, lê hunereke muzîkî jî bi hûnandinê re çêdike û gelek stranan distire wek strana : Vê narê tevnek risto, Nar hey nar nara min, Vê narê tevnek risto, Can hey can emirê min.

Tevn di despêkê de ji bo peydakirina pêwîstiyên bingehîn wek kon, merş, têr û beran bû, lê dema mirov ji wê astê derbas dibe, êdî gelek tiştên estetîk ji bo xeml û spehîtahiya xwe û hawirdorê xwe çêdike.

 

 

 

 

BO TEMAŞEKIRINA XELEKÊ VIR BITIKÎNE

https://www.youtube.com/watch?v=B3AdG3Vlzks

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *