KON

Hinek peyvên taybet di jiyana rojane ya civakan de derbas dibin ku mirov ti car nikarin wan peyvan jibîr bikin, bi taybet civaka koçer ku her tim di bîra mirovên vê civakê de dimînin. Ev peyv dibin hêman û bingeha çand, kevneşopî, dîrok, nasname û taybetmendiyên wê civakê û aliyê cih û dema wê civakê didin xuyakirin. Wek parçeyeke ya jiyana wî ya madî û ramanî (manewî) ye û heta roja îro jî di çand û keleporê wê civakê de xwedî heman cihê girîng e û bi wê civakê ve girêdayî ne.Ev peyv Kon e ku ji kevntirîn û girîngtirîn peyvên civaka koçer e. Kon ew afrandina ji keja bizin, stûn, sing û hebinan ku ji van çar hêmanên sereke tê çêkirin du aliyên girîng û watedar dide xuyakirin yek; aliyê manewî ji çand, kevneşop, kelepor, dîrok û nasnameya civakê dide xuyakirin. Didu; aliyê madî ku cihê ev civak lê dijî diyar dike. Kon wê têkiliya madî û manewî têkilî hev dike û xort dike.

Ji aliyê dîrokî ve di navbera Dîroknasan de lihevkirinek ji ser dîrok û serdema çêkirina konan nîne. Hinek dîroknas afrandina kon vedigerînin serdema Qeşayê ( ice age ) ku di wê demê de kon bi hestiyên lawirên wek Mamos û bi hinek çiqil û pelên daran çêkirine. Lê hinek dîroknasên din afrandina kon vedigerînin serdema hesin dema ku mirov cara yekem hesin bikar tîne. Jixwe qonax û gavên çêkirin û pêşketina konan di dîroka konan de gelek teşe û pêşketinan dibîne heta digihêje qonaxa hirî û kejê û her teşeyek taybetmendiyên xwe li gor xwezaya ku civak tê de dijî girtine. Wek civakên Bakûrê Emerîka, Ewropa û Asiyayê ku konên wan teşeyeke wek kûvik digire ku ji jor ve vekiriye da ku dû û doman di jor re derkeve. Cureyek din ji konan heye teşeyek gilover digire ku  eyar, kulav û hirî li dora wê tê pêçan û ev cure ji aliyê civakên deştên Asiyaya Navîn ve dihat bikar anînin. Cureya din a konan konên koçeran e ku mebesta me koçerên kurdistanê ne ku wan bixwe û bi derfetên berdest konên xwe çêdikirin. Koçeran piştî birîna keja bizinan jinan ew kej dikirin ta û dezî û bi hinek alavên taybet ji bo vî karî kon dihûnandin. Carnan hirî jî têkil dikirin ji ber ku kej dema baran dibare xwe li hev digire û bi têkilkirina hiriyê ew hêzeke zêdetir digire ku xwe li ber ba, toz, serma û germahiya zêde bigire û ji mirovê koçer re dibe star û parastvan ji guhirtinên rewşa hewayê yê herdem. Jixwe  tişta balkêş di civaka koçertiyê de jin xwedî roleke sereke ye û di rêvebirina pergala jiyana koçertiyê de cihekî xwe yê girîng heye û bi mêr re hevkarê hemû karan e. Kon jî ji aliyê jinan ve dihatin hûnandin û ji aliyê mêran ve dihat vegirtin.

Di hûnandina konan de jinan kon du parçe dihûnandin sedema vê jî ew e ku ji barkirin û vegirtinê re rehet, sivik û hêsan be. Dema mêran kon vedigirtin ew her du parçe bi sîxên dar ku ji darên gêzê tanîn û ser wan tûj û binên wan stûr bi hev ve didirûtin û ew her du parçeyê kon dibû yek. Di despêkê de me anîn ziman ku kon ji çar hêmanan pêk tê me behsa kej û hûnandina wê kiriye. A diduyê stûn e; ku stûnên konên xwe ji darên bî û spîndaran hildibijartin ji ber sivik û qayîmbûna wan û li ber giraniya kon xweragir in. Ew stûn diketin nêva kon de û bi demê re dibûn pîvana dirêjî û mezinahiya kon ku koçeran digotin ev kon du stûn, sê stûn, çar stûn…… hwd. Sisê; sing, sing jî wek stûnan bi baldarî hildibijartin ku ji darên berûyê bûn ku ew jî divê di ber qutandinê de xweragir bin, li hawirdorê kon bi mêkutan dihatin qutandin û her singek dikeve raberî stûnekî û hebinek pêve girêdidan û kon pê asê dikirin. A çarê û ya dawiyê; hebin e ew jî jinan ji hiriyê diristin bi kon ve girêdidan û tavêtin singan û divê bi hêz  be ku bikare giraniya kon ragire. Ev hebin ji ber şert û mercên xwezayê ji serma û germahiyê divê her sal nû dikirin û guhirtin. Piştî hilbijartina cihek baş û guncav ji bo vegirtina kon, kon di hundir de tê raxistin û xemlandin û ji derve tê parastin. Koçeran konên xwe bi çîtan dabeş dikirin û ji hev vediqetandin ser beşê mêran û beşê jinan û bi berhemên bi destên xwe amadekirin wekî kulav û merşan kon dixemilandin. Kon bi piranî dibin du beş û carnan zêdetir jî dibûn, dema yek ji malê dizewicî beşek nû li kon bi çîtan dihat zêdekirin. Ji bo parastinê, tişta herî girîng hilbijartina cih bû ku hilbijartina baş bingeha yekem e ji parastina  xweza û carnan ji mirovan jî re, ji ber vê yekê hinek şêwazên parastinê dane afrandin. Koçeran xwe komî hev dikirin her çend kon li rex hev vedigirtin hem xwe ji lawirên nêçîrê û hem ji êrîşên mirovên civakên din diparastin. Jixwe hilbijartina keja bizinan û têkilkirina hiriyê bi xwe parastana ji serma zivistanan û germa havînan e ku ev kej û hirî ji taybetmendiyên wê yên xwezayî ye ku nahêle serma û germahî derbas bibe. Dema koçeran konên xwe ji ava baran û lehiyan diparastin ew kon Pargîn dikirin û Pargîn yan Pangîr ji wan peyvên ku li ser zimanê her koçerekî heye, pargîn ew kolandina cûhek biçûk li dora kon e ku heriya cûhê li binê kon pesartin û ji kon re ji ava baranê û lehiyê dibe parastvan.


Koçeran ji kon re digot reşmal û Kon wek cihê mirov lê dijî û lê dimîne vekirî ye û ev tişt bandora xwe li derûnî û hişmendiya mirovên koçer dike û dihêhe ku têkiliyên civakî û malbatî di hundirê kon de vekirî û xurtir be bi konên din re û têkiliyên civakî û mirovî di civaka koçertiyê de vekirî bin. Em dikarin bibêjin ku Kon vedenga têkiliyên civakî, eşîrî, û malbatî bi diyardeyên çandî û xwezayî re ye. Kon jî wek hemû nirx, alav û amûrên civaka koçer di kevneşopî, wêje, huner û toreyên wan de cihekî nirxdar, girîng û balkêş digire û di şîn û şahiyan de jî cihê xwe digire. Di dawet û şahiyan de sê roj û sê şevan kon vedigirtin û di heman demê de ji bo şînan û mirinê jî sê rojana konên xwe tanîn xwar. Wisa jî di stranên wan de jî kon derbas dibe û beşek mezin ji hunera wan digire mînak strana Reşmalo: Ew kî ye ji hemiya zêde ye, dê were reşmala. Yan di stranek din de dibêjin: kon hilanî û çît çar ta kir, wey hey lê lê Hacerê, kon hilanî çît çar ta kir, xeftanê te zerê. Kon ji mirovê koçer re dibe hêz ku dikare xwe gor xweza û hawirdora xwe bigihore û kon wek şêwazê avakirinê dihêle ku koçer di çûnûhatina xwe de azad bin, ji cihek diçin cihek din bê ku astengî bi wan re derkevin û her dem di liv û tevgera xwe de azad û serbest bin. Tevî van tiştan kon di jiyana koçertiyê de ji aliyê peywir, hiştin û berdewamkirina çand û kevneşopî û nimandina şêwaza jiyan wan hêmanekî sereke ye.

 

 

 

 

 

 

 

BO TEMAŞEKIRINA XELEKÊ VIR BITIKÎNE

No comment

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *