PEZ
kedîkirina ajalan bi taybet terş û sewal di dîrokê de vedigere dawiya serdema Mezolîtîk ji yazde heta neh hezar sal B.Z . Dema ku mirov ji nêçîriyê dûr dikeve û berê xwe dide jêderekî din ku pê jiyan bike. Mirovan cara yekem di vê dîrokê de li Mezopotamyaya jorîn kedîkirina ajalan kirine ku mirovan ajalên berhemdar, bisûd û yên ku dikarin dibin jêdera pêdiviyên wan ên bingehîn kedî kirine. Lewma ji bo kedîkirinê bizin û piştre mih dibijêre. Lê pirsa tê bîra mirov û bersivê dixwaze ew e ji ber çi li Mezopotamyayê dest pê kiriye û ne li derekî din ? Wek tê zanîn Mezopotamya têgeheke Yewnanî ye tê wateya di navbera du çeman de ( Dicle û Firat ) ku bi av, çêre, zozan û germiyan, deşt û çiya û her çar demsalên salê pir dewlemend e û heyîna van karîgerî û hêmanan dibe jêderekî zengîn hem ji bo ajalan û hem ji bo mirovan, lewma kedîkirina mih û bizinan li vê derê despê dike. Kedîkirin wek prose ne tenê anîna ajalên kûvî û wergirtina sûdê ye, lê şert û mercên kedîkirinê jî hene wek peydakirina sedemên jiyankirina wan kûviyan ji çêre, av û parastinê. Lê ciheke wek Mezopotamyayê jêderên xwedîkirinê ne her demên salê peyda dibin ji ber ew jêder dikevin di bin bandora erdnîgarî û sedemên xwezayî de wek qutbûna baranê, xela, nehelîna berfê û guhertina demsalên salê ku mirov mecbûr dike li jêderên xwedîkirina sewalên xwe bigere ( Av û Çêre ) û her dem bimîne di gera çêre û avê de. Ev sedem dihêlin ku mirovên bi xwedîkirina pez ( mih û bizin ) re mijûl dibin her dem ji cihekî koçî cihekî din bibin tenê ji bo peydakirina jêderên xwedîkirina wan. Ev şêwazê gera peydakirina jêderên çêre û avê dike ku ew mirov her dem di koçbûnê de bin û bibin civakeke koçer û di navbera vê civakê û sewalên ( Mih û Bizin ) wê de têkiliyek çêbibe û ji bo vê civakê bibin jêder û samanê jiyanê û pergalek hevbandorî bidin avakirin û di heman wextê de mirovê koçer jî bide jêderê peydakirina sedemên jiyana wan sewalan. Wek civaka koçer, dema em dibêjin koçer pez tê bîra mirov û dema em dibêjin pez koçer tê bîra mirov. Ev civak jiyan, qût û debara wê dikeve ser xwedîkirina pêz û berhemên wan ên rojane.
Pez ( Mih û Bizin ) di civaka koçer de giringiyeke wê ya sereke heye û pergalekî pir balkêş û bi rêkûpêk di gelek aliyan de hûnandiye.
Yek; ji aliyê jiyankirin û aborî ve
Pez dibe jêdera pêdiviyên jiyanî ku koçeran ji hemû berhemên pêz sûd wergirtine, çi dema ku zindî bin û çi dema ku wan serjê dikin. Di despêkê de sûdwergirtina ku ji wan dibîne ku dibin jêdera peydakirina xwarinê wek şîr û goşt. Lê piştî sedên salan gelek berhemên dîtir ji herhemên pêz çêkirine wek penîr ku dîroka çêkirina wê diçe heşt hezar sal B.Z wekî din jî mast, şişig, lorik û sipil jî çêkirine ku wek berhemên şîrê mih û bizinan in di qonaxên pêştir de tên çêkirin. Lê xwedîkirin û kedîkirina pêz ne tenê ji bo şîr û goşt e, lê ew ajalên pir bi berhem in ku koçeran Ji hemû tiştên pêz sûd wergirtine, ji bilî şîr û goşt ji hiriya mihan û mûyên bizinan jî sûd dîtine. Jixwe di warê hirî û mûyan de ew bi serê xwe mijarekî gelek fireh e ku gelek cureyên mih û bizinan hene ku her cureyek a mû û hiriyê bi kêrî berhemek tê. Koçeran bi demê re û bi têkiliya zêde ya bi pez re zanîne ku her cure ji bo çi baş e, ji ber vê dibin pêşeng û hostayên berhemên mû û hiriyê. Bi nimûne bizinên çûr, koçeran ji mûyên wan re digotin kej û ji bo cilûberg, şal û şapik û hinek cureyên merşan bikar tanîn û mûyên bizinên hît ji bo konan bi kar tanîn û ji hiriya mihan û liva berxan jî gelek berhem çêdikirin ku ew hirî û liva bi riya hinek amûrên taybet wek Teşî û Tevn ku ew berhem vediguhistin rengekî din wek Kon, hebin û têr û hwd.
Ev sûdwergirtina ji pêz dema ku zindî ne, lê dema serjê dikin yan dimirin difikirin ka çawa sûdê ji wan bibîne. Lewma ew dibin bingeha hizra afrandina gelek amûr û alavan ku pê wan jiyana xwe pêş bixin. Koçeran piştî mirin yan serjêkirina pêz hem ji postên wan sûd didîtin ku ew post dişûştin ji bo cilan bikar tanîn ( kurk ) yan konên xwe pê radixistin. Lê li vê derê eyar jî heye ku ew eyar baş paqij dikirin û ji bo gelek tiştan bikar tanîn û yek ji van tiştan Meşk e ku ji eyarên bizinên reş çêdikirin û tê de dew dikeyandin ji bo çêkirina ronê nivîşk. Lê wek ron ew ne berhemek rojane ye û pêwîstiya wê bi hilanînê heye ji ber vê yekê difikirin ku tiştekî din ji eyaran çêbikin ji bo hilanîna berhemên pêz ên demdirêj wek ron, mast û penîr lewma Hîzê çêdikin. Lê dema ku jiyana wan hinek pêş dikeve Hîz ji bo hin xwarinên wek dimsê bikar tînin. Ji xeynî van Hewan û Kun jî hene ku Kun ji bo anîna avê ye û Hewan ji bo hilanîna pêdiviyên malê ye, tu dikarî bibêje wekî sendoqên niha ne. Koçeran hemû jêder û pêdiviyên xwe yên jiyanî ji pêz digirtin û ne bi awayek bê serûber, lê bi awayeke sîstematîk û bi rêkûpêk û pê re bi hezarê salan pergalekî jiyanî û aborî li ser pez dane avakirin û wextê ku ew berhem bi wan re zêde dikin êdî têkiliyên kirîn û firotinê bi civakên derdora xwe re datînin ku hinek berhem difiroşin ji bo peydakirina hinek pêdiviyên dîtir.
Didu; ji aliyê xwedîkirinê ve.
Di navbera mirovê koçer û pêz de têkiliyekî hevbandorî cih digire û ji hevdu re dibin jêder û samanê jiyanê û ev hevbandorî pergaleke civakî, hunerî û aborî bi xwe re ava dike. Mirovê koçer neçar e ji bo xwedîkirin û parastina pêz bi erdnîgarî, hemû rewşên keşûhewayê û hemû cureyên giya û çêreyên hawirdorê wî şarza, pispor û zana be da bikare ji jêderê jiyana xwe yê sereke re bibe alîkar û xudanker. Ji bo hêsankirina karê xwedîkirinê wan sîstemek ji bo hesabên salê û dabeşkirina roj, meh û salan jî dane avakirin bi nimûne; di nav koçeran de rojek a adarê heye jê re dibêjin Gîskilok ku di vê rojê de rewşa hewayê di navbera serma û germahiyê de sê caran tê guhirtin û dibe sedema mirina gîskê û êdî koçer wê rojê nas dikin û sewalên xwe ji wê diparêzin ev mînakeke ji wan hesaban e. Di warê peydakirina çêreyan de koçeran pergalekî liv û çûn û hatinê ji xwe re hûnandine ku zivistanan berê xwe didin berî û germiyanan ku pêz ji berf, seqema zivistanê û kêm çêreyê diparêzin û buharan dema berf dihele berê xwe didin çiya û zozanan ku çêreya nû derketiye, ev liv û çûn û hatina koçeran qonax qonax derbas dibe. Koçer xwedî keriyên mezin bû ku her malek a koçeran kêmanî ji mih û bizinan du hezar serî heye û ev zêdebûna hijmara pez vedigere du sedeman yek; nirx û pîroziya pez di civaka koçer de. Didu; kêm serjêkirina pez, tenê ji bo mêvantî û rewşên awerte serjê dikirin. Di civakê de bi awayekî hevkarî jin û mêr herdu bi pez ve mijûl in. koçeran ji bo her kerriyek ê mih û bizinan beran û nêrî xwedî dikirin ku ew kerrî li pey beran û nêrî diçin û ew beran û nêrî bi baldarî dihatin hilbijartin ku ji yên herî çak û bikêrhatî hilbijartin ji ber wê koçeran digotin; Beranan bigirin ji mak, nêriyan bigirin ji çak ango beran ji maka wî dizanin bikêr e yan na û berxê wê hilbijartin û nêrî yê çak hilbijartin. Parastina koçeran ji pez re ne tenê ji xwezayê bû, lê ji windabûn û diziyê jî diparastin ku wan hin şêweyên parastinê afirandine ku pezê xwe yan dax didan yan guhê wan hinek dibirî, dema winda dibûn bi van nîşanan yan jî ji dirûva wan nas dikir. Şivanên koçeran ewqas bi pez re mijûl û girêdayî ne ku dema mihek an bizinek, tevî hijmara wan ya zêde ku ne kêmî du hezaran e, xuya neke yan winda ye dizanî û di dema zayîna wan de çend mih û bizin bizayan dizanîn kîjan kar û berx a kîjan mih û bizinê ye.
Sisê; ji aliyê navkirinê ve.
Ji aliyê navkirinê ve ji xwe koçeran digotin pezê reş û pezê spî mebesta wan ji pezê spî mih in û ji pezê reş bizin in. koçeran pergalek a navkirinê afrandine ne tenê ji bo pez, lê ajalên kedîkirî yên din jî di nava xwe de dihewîne wek hesp, mehîn û çêlek ku ev pergal girêdayî temen û fîzîkiya pêz û ajalan e ku wan sewalên xwe ji aliyê reng, zayend û temenên wan ve nav li wan kirine. Ji aliyê zayend û temenên wan ve em despê bikin.
Yek; pezê spî yê nêr:
Dema ku salek be jê re dibêjin Berx, du salî dibe Kavir, sê salî dibe Behindir, çar salî dibe Beran. Lê ji bo beran jî her qonaxek ji jiyana wî navek lê kirine wek hogiç û qerteberan.
Didu; pezê spî yê mê:
Dema ku salek be jê re dibêjin Berx, du salî dibe Kavir, sê salî dibe Behindî, çar salî dibe Mih.
Sisê; pezê reş ê nêr:
Dema ku salek be jê re dibêjin Kar, du salî dibe Gîsk, sê salî dibe Tiştîr, çar salî dibe Bizin.
Çar; pezê reş ê mê:
Dema ku salek be jê re dibêjin Kar, du salî dibe Gîsk, sê salî dibe Hevûrî, çar salî dibe Nêrî.
Ev ji aliyê zayend û temen ve bû ku her qonaxek ji jiyana sewalên xwe navek li wan kirine. Ji aliyê reng, cure û fîzîkî ve jî gelek nav li wan kirine. Wek cureyên bizinên Çûr û Hît, ji aliyê reng ve ji yên reş û spî re digotin Kever û Reşkever, bizinên Reş, Sor, Sorkever û Sîs a ku rengê wê hemû spî ye. ji bo mihan bi piranî bi rengê serê wan navan li wan dikirin. A rûyê wê reş jê re digotin Serreş, a rûyê wê gewr jê re digotin Riser, a rûyê wê vekiriyê jê re digotin Behzû û navên din jî hene wek Qemer, Tehle û Tebeş ji xeynî van navan navên din jî hene. Ev sîstema navkirina koçeran diqet, nirx û têkiliya girîng a di navbera mirovê koçer û pez de dide xuyakirin heya digihêje astekî ku derbasî jiyana mirovê koçer bixwe dibe ku van navan li mirovan dike û navên mirovan li pezê xwe dikin û pesnên xwe bi wan didin wek dema pesnê mêrekî mêrxas didin jê re dibêjin Beranê Sîs an wekî beranekî ye, yan mirovê koçer dema banî keç an kurê xwe dike dibêje; berxê min yan kara min ango ewqas ev pez binirx, biqedir û qîmet e di civaka koceran de.
BO TEMAŞEKIRINA XELEKÊ VIR BITIKÎNE
https://www.youtube.com/watch?v=iW2vsmNv7LA&t=301s
No comment